Rojava News: Li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li NewYorkê, pêşangeheke taybet bi pîşandana wêneyên kuştiyên di bin işkenceyê di girtîgehê hikûmeta Sûriyê de birêve diçe.
Her yek ji Erebistan Siûdiyê, Fransa, Brîtanya, Amerîka, Qeter û Tirkiye pêşangehek derbarê wêneyên kuştiyên di bin işkenceyê di girtîgehên hikûmeta Sûriyê de, li avahiya NY rêxistine.
Di pêşangehê de, 24 wêneyê termên kesên ku di bin işkenciyê de hatine kuştin tên pîşandan. Ew wêne jî komek ji 55 hezar wêneyî ne ku di navbera salên 2011-2013 ji aliyê polîsekî sûrî ku bi navê Qeyser xwe daye naskirin, hatine aşkere kirin.
Lêkolînerên di warê tawanên li dijî mirovatiyê de derbarê wan wêneyan de berî niha gotibûn ku, ew wêne belgehên piştrastin li ser işkenceya enqest û tawanên kuştina bikom di girtîgehên hikûmeta Sûriyê de.