Rojava News: Piştî çar salên şerê navxwe li Sûrîyê niha 83% ji wî welatî bê karebe, ev çend li dûv rêxistinên navdewletî û wîneyên bi rêya heyva destkird hatine kêşandin.
Di beyanameka hevpişk da, 130 rêxistinên navdewletî dibêjin, ku li dûv lêkolînekê ku bi wîneyên heyva destkird li zankoya Wuhan ya Çînî hatîye kirin, hijmara ronahîyên li Sûrîyê bi rêjeya 83% kêmbûye, taybet bajarê Helebê, li bakûrî Sûrîyê ku 97% ji ronahîyan di şevê da di vemrîne, lê li Dîmeşq û nawça Quneytre, li ser sînorê Îsraîlê, 47% di tarîyê da dijîn.
Deyvîd Mêlband, wezîrî derve yê pêştir yê Brîtanya got, Sûrîyê çûye nav çerxê tarîyatîyê û wênên heyva destkird vê yekî baş nîşan didin.