Print this page

Li Sûriyeyê 211 hezar kes hatin kuştin

Rojava News: Li Sûriyeyê di bûyerên ku berê bi awayekê aştiyane û bêçek dewam dikirin û li ser midaxeleya hêzên çekdar ên rejimê vegeriyabû şerê navxweyî da ji sala 2011an virda 211 hezar kes mirin.

 

Di rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) da hat diyarkirin ku şer 4 salên xwe temam kir û di van 4 salan da hêzên Esed 18 hezar û 242yê wan zarok, 18 hezar û 457ê wan jin, 11 hezar û 427ê wan di êşkenceyê da bi tevahî 176 hezar û 678 sivîl û 27 hezar û 496 mixalifên çekdar kuşt.

 

Di raporê bal kişandin ku ji sedî 19ê kesên ku di qetlîam û bombebaranên beredayî da hatin kuştin jin û zarok in, hêzên Esed di êrîşan da 5 hezar û 150 bombeya warêlê bi kar anîn. Di raporê da hat diyarkirin ku di êrîşên bi bombeya warêlê da 12 hezar û 194 kes hatin kuştin.

 

Di raporê da hat eşkerekirin ku DÎŞIyê jî ji 2013a ku hat avakirin vir da hezar û 54ê wan sivîl, 2 hezar û 913ê wan mixalif bi tevahî 3 hezar û 967 kes kuşt. Di êrîşên Eniya Nusreta koma mixalif da jî 73 mixalif, 258 sivîl bi tevahî 331 kes hatin kuştin.