Print this page

Suriye yê: Di rojekê de 150 operasyonên asmanî

Rojava News:  Balafirên şer ên rejîma Sûriyê, tenê duhî 153 operasyonên asmanî li dijî hêzên dijbereyê pêk anîn.

 

Rêxistineke mafê mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand: "Balafirên Artêşa Sûriyê duhî li Şam, Gundewarê Şamê, Heleb, Hema, Îdlib û Quneytira 81 operasyonên asmanî li dijî hêzên dijbereyê pêk anîn."

 

Li gorî heman rêxistinê, herwiha duhî balafiran 71 bermîlên teqîner avêtin ser navçe û nahye û gundên parêzgeha Derayê û hin navçeyên din li Sûriyê.

 

Herwiha wê rêxistinê da zanîn ku di wan operasyonan de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û gellek malên xelkê hatin têkbirin.