Print this page

Esed: danustandinan di gel Amerîka û welatên rojava nakin

Rojava News: Beşar Esed serokê Sûrîyê danustandin di gel Amerîka ret kirin û ragîhand; biryara mana wî li ser desthilatê, bitenê di destê Sûrîyan daye.

 

Di hevpeyvînekê da, Beşar Esedî dîyar kir; bitenê xelkê Sûrî mafê hilbijartina serokê xwe heye û çi alîyên derve maf nîne behsa ji karladana wî bikin û ew di demê çar salên bihûrî da hatîye gotin, wan bitenê wek axaftineka derekî wergirtîye û biryara dawî di destê Sûrîyan daye.

 

Beşar Esed retkir jî danustandinan di gel Amerîka û welatên rojava bike û aşkere kir; ew hîngê dê dest bi danustandinan bikin, dema welatên rojava alîkarî û çekê xwe ji grubên terorîst li Sûrîyê di birin.

 

Berîya niha Con Kêrî wezîrê derve yê Amerîka, dîyar kirbû; welatê wî li rêyeka diblomasî bo bi dawî anîna şerê Sûrîyê û ji karladana Beşar Esedî, digere.