Print this page

Li Sûriyeyê bikaranîna gaza klorê

Rojava News: Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê bi "bombeya gaza klorê" êrîşî Sermîna herêma Îdliba bajarê Sûriyeyê kir, di êrîşê da ji malbatekê 6 kes mirin.

 

Di daxuyaniya Konseya Şoreşa Gişkî ya Sûriyeyê dehat diyarkirin ku firokeya artêşa Sûriyeyê bi "bombeya gaza klorê" êrîşî Sermîna herêma Îdlibê a ku di destê opozisyonê de ye kir.

 

Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku di êrîşê da 6 kesên ji malbatekê hatin kuştin û di nav wan kesan da zarok jî hene û wiha hat gotin: "Rejimê bi bombeya gaza klorê va êrîşî Sermînê kir, di êrîşê da 100 kesên ku di nav wan da ekîbên parastina gel jî hene hindik mabû bifetisiyana. Kesên ku gazê ji wan girt li nexweşxaneyên sehrayê yên li bajarokê tên dermankirin."

 

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li nexweşxaneyên sehrayê gelek kesên ku bi gaza klorê jehrî ketin hene û hat gotin ku rejimê bi "bombeya gaza klorê êrîşî herêmê kir".

 

Rayedarên nexweşxaneyên sehrayên li Sermînê diyar kirin ku herî kêm 70 kes di tesîra gaza klorê da man.