Rojava News: Dijbereya Sûriyê ragihand ku, ew beşdarî Kombenda Mosko-2 nabe, amadekariyan bo amadebûn di civna Komakara Erebî de jî dike.
Hevpeymaniya Niştimanî ya dijbereya Sûriyê di daxuyaniyekê de, duh 21ê Adarê, ragihand ku, ew amadekariyan dike da ku beşdarî Lutkeya Komkara Erebî, roj 28ê Adarê, li Qahîrê bibe, ku dê krîza Sûriyê yek ji tewerên serekî yên lutkeyê be.
Hevpeymaniya dijbereyê amaje bi peyama Wezareta Derve ya Rûsyayê jî kir, derbarê beşdarîkirinê di Kombenda Mosko2 de, ku dê di destpêka Nîsanê de birêve biçe.
Di vê derbarê de Hevpeymaniya dijbereyê, helwesta Rûsyayê di bikar neanîna Vîtoyê de li Encûmena Asayişa Navdewletî dema pesendkirina yasaya “tawanbarkirina bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê” bilind nirxan, lê ragihand ku ew beşdarî Kombenda Mosko-2 nabe.
Di dawiya Çileya borî de, Rûsyayê Kombenda Mosko-1 li darxistibû, ji bo danûtsandinê di navbera rejîm û mixalefeta Sûriyê de, lê Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê wê demê jî beşdarî kombendê nebibû.