Print this page

DAIŞ 500 otombîl derbasî Sûriyê kir

Rojava News: Li gorî ajansên nûçeyan yên Iraqê, DAIŞê 500 otombîl ji corê “Toyota” bi nemreyên Iraqî ji navçeya “Beac” ber bi welatê Sûriyê dibin.

Hatiye belavkirin jî ku, bi armanca ku bereya şer li djî rejîm û mixalefeta Sûriyê ferehtir bike, DAIŞ çekan li ser wan otombêlan datînin.

Berî çend mehan, hejmarek kes bi tuhmeta dizîna otombîlên ji corê Toyota li peytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ji aliyê hezên ewlekariyêve hatbûn girtin, guman tê kirin ku ew otombîl bi DAIŞê hatibin firotin.