Print this page

Idlib girtin û dest bi aşûriyan kirin

Rojava News: Çekdarên Tevgera Ehrar Elşam a Îslamî li Idlibê welatiyekî xiristiyan û kurê wî kuştin. Herwiha tê gotin ku qeşeyekî aşûriyan jî hatiye revandin.

Rewangeha Aşûrî ya Mafê mirovan îro di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî girtina bajarê Idilbê, çekdarên Tevgera Ehrar Elşam a Îslamî welatiyê aşûrî yê bi navê Îlyas Necîb Xal yê 83 salî û kurê wî Naîl Îlyas Xal yê 44 salî îdam kirin.”

Roja şemiyê ya borî, Cebhet Elnusra ku baskê Qaîde ye li Sûriyê û Tevgera Ehrar Elşam ligel çend grûpên din ên dijbereya Sûriyê, piştî şerekî giran ku 5 rojan berdewam kir, dest danîn ser bajarê Idlibê bi temamî.

Rewangehê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Ew herdu welatî xwedî dukana meşrûbê bûn û roja şemiyê piştî derbasbûna wan hêzan hatin kuştin.”

Li gorî daxuyaniya wê rewangehê, “Wan çekdaran Îlyas û kurê wî bi xwe re birin da ku lêpirsînê ligel wan bikin, lê piştî çend seatan kuştî hatin dîtin.”

Ji aliyekî din ve, di wê daxuyaniyê de hatiye ku, “Komek çekdar li bajarê Idlibê qeşeyekî aşûriyan bi navê Îbrahîm Fereh yê 57 salî ji dêra Seyida Ezra revandin.”

Tê zanîn ku hejmara xiristiyanan li bahjarê Idlibê derdora 1000 heta 1500 kesî ye û li nava bajêr niştecîh in.