Print this page

Perwerdekirina şervanên Sûriyê di Gulanê de destpêdike

Rojava News: Biryar bû di meha Adarê de proseya perwerdekirina şervanên dijbereya Sûriyê ya lîberal ji aliyê Amerîka ve destpêkiriba, lê ew prose hat paşxistin, ew paşxistin jî ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi “paşxistineke biçûk.”

 

Roja îna borî, 27ê Adarê, Çavuşoglu ragihandibû ku, Washingtonê proseya çaverêkirî ya perwerdekirina şervanên dijbereya Sûriyê paşxist û got: “Derbarê pirsên teknîkî û siyasî jî, hemû tişt li gor pêşbîniyan birêve diçe.”

 

Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) ragihandibû ku, ew dê 15 hezar şervanên dijbereya Sûriyê ya lîberal perwerde û amade bike, da ku navçeyên di bin kontrola mixalefetê de li Sûriyê biparêzin û şerê DAIŞê jî bikin.

 

Ev prose dê 3 salan berdeam bike, bi awayekî ku dê her sal 5 hezar şervan werin amadekirin, li gor ku berî niha hatibû ragihandin, dê her 5 hezarên yekem di dawiya vê salê de derbasî Sûriyê bibin.

 

Her yes ji welatên Tirkiyê, Erebistana Siûdiyê, Qerwer û Ordinê berî nih amadebûna xwe ji bo pêşwazîkirina wê proseyê anîbpn ziman, Amerîka jî rêkeftinek di wê derbarê de ligel Tirkiyê îmze kiriye.

 

Li gor ku Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê Ismet Yilmaz ragihandiye, dê proseya perwerdekirin û amadekirina şervanên mixalefeta Sûriyê di Gulanê de destpêbike.

 

Berî niha jî Pentagonê ragihandibû ku, wê tîmên leşkerî şandine navçeyê ji bo amadekirina cihên taybet ji bo birêveçûna prosey perwerdeyê, lê aşkere nekiribû bê ew cih li çi welatî ne.