Print this page

DAIŞê derbasî Kampa Yermûk a Şamê bû

Rojava News: DAIŞ çend cihan li taxa Kampa Yermûkê li başûrê Şamê kontrol dike û firokeyên Hikûmeta Esed wê taxê bi tundî bombebaran dikin.

Sibeha îro çekdarên DAIŞê derbasî taxa Kampa Yermûk li Başûrê Şamê ji aliyê taxa El-Hecer El-Eswed bûn û karîn çend cihan li wê taxê li derdora Nexweşxaneya Filistînê kontrol bikin.

Li gorî zanyariyan firokeyên Hikûmeta Esed jî wê taxê bi tundî bombebaran dikin û niha li wê taxê şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û ketîbeyên bi navê Eknaf Beyt El-Meqdis diqewime û çend kuştî û birîndar ji herdu aliyan hene.

Derbasbûna DAIŞê ji Taxa Kampa Yermûkê re piştî wê yekê hat ku ketîbeyên Eknaf Beyt El-Meqdis çend çekdarên wê rêxistinê girtin weke karvedanekê li ser kuştina serkirdeyê Tevgera Hemas ê bi navê Yehya Horanî .

Tê zanîn ku taxa Kampa Yermûkê di destê Ketîbeyên Eknaf Beyt El-Meqdis, Cebhet El-Nusra û Tevgera Ehrar El-Şam de ye