Rojava News: Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrula ragihand ku tevî hêzên Artêşa Sûriyê li çend navçeyan vekişiyaye, lê hêj balansa hêzê di berjewendiya hikûmetê de ye.
Di hevpeyvînekê de ligel televizyoneke Sûriyê, Nesrula bal kişand li ser derketina bajarê Idlibê ji bin kontrola Hikûmeta Sûriyê û wiha got: “Ketina gund yan jî bajarekî nayê wateya ku guhertineke bingihîn di şerê li Sûriyê de çêbûye.”
Bi gotina Hesen Nesrula, hêj beşek mezin ji dewletê di destê hikûmetê de ye û beşê herî mezin ji gelê Sûriyê jî hêj ligel rejîmê ye.
Derbarê rola Îranê di şerê li Sûriyê de, Nesrula li wê yekê mukir hat ku hin efserên Îranê li Sûriyê hene lê ti hêzên Îranê li Sûriyê tine ne û ew efser berî destpêkirina şer li Sûriyê bûn.
Bi nêrîna Nesrula, Îran biryarên xwe li ser Şamê ferz nake û biryara siyasî di hundir û derve de biryara hikûmeta Sûriyê bi tenê ye.
Li ser beşdariya çekdarên Hizbulla di şerê li Sûriyê de, Nesrula got, ew bi derfetên Artêşa Sûriyê şer dikin, lê biryara leşkerî di destê serkirdayetiya Sûriyê de ye.
Herwiha eşkere kir ku di cihên ku tê de ne li Sûriyê alîkariyê didin û li hin cihên Sûriyê jî hejmarek baş ya çekdarên hene û hin caran ew şêwiriyê jî didin.