Rojava News: Pentagon dest bi perwrdekirin grûpa yekem ji şervanên dijbereya Sûriyê dike, Arêşa Azad a Sûriyê jî dilgiraniya xwe tîne ziman.
Biryare roja Çarşema bê, 15ê Nîsanê, Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) proseya perwerdekirin û amadekirina şervanên mixalefeta Sûriyê ya lîberal destpêbike, qonaxa yekem jî dê li ser axa tirkiyê birêve biçe.
Di qonaxa yekem de wê 500 şervanên ku ji aliyê Pentagonê ve hatine hilbijartin, werin perwerdekirin û amadekirin, dawiya sala 2015an jî wê yekem grûp ji şervanên perwerdekirî derbasî Sûriyê bibe.
Artêş Azad a Sûriyê jî dilgiraniya xwe ji mîkanîzma diyarkirina şervanan aniye ziman, dibêje jî ku Pentagonê şervanên “grûpên bibandor” ji proseya perwerdekirinê dûrxistiye.
Derbarê hûrgiliyên proseya perwerdekirin û amadekirin her 500 şervanên destêkê de, Şêwirmendê Yasayî yê Artêşa Azad a Sûriyê, Osame Ebû Zêd, ragihand ku, dê li ser çekên amerîkî werin perwerdekirin, tevî çawaniya hevahengiyê ligel firokeyên hevpeymaniya navdewletî û pêşkêşkirina zanyariyan, herwiha hevahengî di derbeyên li dijî DAIŞê de di navbera odeyên operasyonên hevpeymanan û navxweya Sûriyê de.
Proseya perwerdekirinê dê 3 salan berdewam bike, her sal jî dê 5 hezar şervan tevlî proseyê bibin. Ji bilî Tirkiyê her yek ji Erebistana Siûdiyê, Qeter û Urdinê amadebûna xwe ji bo pêşwazîkirin li wê proseyê kiribûn.