Print this page

De Mistura wê li Cenêvê aliyên şer bibîne

Rojava News: Şandeyê Netweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Staffan De Mistura wê di meha Gulanê de danûstandinên xwe ligel aliyên şer li Sûriyê û welatên pêywendîdar destpê bike, herwiha derbarê pilana rawestandina şer li Helebê de gotûbêjan bike.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî, Staffan Ducarek ragihand: “Danûstandinên di Gulanê de wê li Cenêvê destpê bikin bê ku rêkeftineke pêşwext ligel beşdarên danûstandinê bê kirin.”

Lê Ducarek di heman demê de got: “Divê danûstandin di dem û cihekî din de destpê bikin.”

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî wiha domand: “Pêwîst e hemû aliyên ku bandora wan li ser krîza Sûriyê heye, tevlî danûstandinên Cenêvê bibin.”

Lê eşkere kir ku hîna lîsteya dawî ya beşdaran, di nav de Îran jî, nehatiye diyarkirin.

Tê çaverêkirin De Mistura di 24ê vê mehê de raporta xwe derbarê şerê ku ji sala 2011an de li Sûriyê berdewam dike, bide Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê.

De Mistura di Tîrmeha sala borî de pilana xwe ji bo rawestandina şer li Helebê pêşkêş kiribû wek destpêkekê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Di destpêka vê salê de, De Mistura ragihandibû ku şert û mercên pêwîst ji bo lidarxistine kongreyeke navdewletî ya nû taybet bi Sûriyê, peyda nebûne.