Print this page

Depoya çekên DAIŞê teqiya: 25 çekdar hatin kuştin

Rojava News: Li Sûriyê, di encama teqîna depoyeke cebilxaneya DAIŞê de herî kêm 25 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin.

 

Ajansa France Press ragihand, duh li bajarê Meydaînê li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê depoyeke cebilxaneya DAIŞê teqiya.

 

Li gorî nûçeyê, di wê bûyerê de herî kêm 25 çekdar hatin kuştin û zêdetirî 20an jî birîndar bûn.

 

Nayê zanîn ka ew teqîn ji ber lêdana balafirên şer bûye yan jî ji ber bûyerek din.

 

Parêzgeha Dêrezorê ku dikeve ser sînorê Iraq û Sûriyê, di destê DAIŞê de ye.