Print this page

DAIŞ kurdên ji Reqayê derdixe

Rojava News: Hat ragihandin rêxistina DAIŞê ji kurdên li bajarê Reqayê ya Sûriyê dijîn xwest ew ji bajêr derbikevin.

Rêxistina DAIŞê ji kurdan xwest ku di nava 3 rojan de ji Reqqayê derkevin.

Li gor zanyariyan;  çekdarên DAIŞê dibêjin ku ev tedbîreke ewlekarî ye û ji kurdan xwestin ku ber bi aliyê Tedmur û Humsê ve biçin.

 

Piştî ku hêzên Volkana Ferat û Hêzên Kurd bajarokê Eyn Îsa kontrol kirin, tirsa DAIŞê ji pêşveçûna hêzên kurdî bi aliyê Reqayê ve zêde bû û bi taybetî jî ditirsin ku niha hêzên Volkana Ferat berê xwe bidin bajarokê Sirrîn ê Reqqayê.