RojavaNews :Di encama topbarankirina balafireke rejîma Esed hin deverên ser bi Helebê 8 welatî hatine kuştin.
Di vê derbarê de Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan eşkere kir ku îro balefirên ser bi rejîma Esed hin deverên ser bi bajarê Helebê topbarankirin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama topbarankirinê de herî kêm 8 welatî hatine kuştin û çend welatiyên din jî birîndar bûne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku di encama wi topbarankirinê de 5 tirimbîlên xelkê jî hatine şewtandin û hindek xaniyên welatiyan jî hatine wêrankirin.