Print this page

Kurdên Tebqayê li aliyê DAİŞê ve tên koçberkirin

Rojava News: Rêxistina terorîstî  DAIŞ’ê gef li kurdên bajarê Tebga yê Reqayê xwarin û 24 saet muhletan dan wan ku malên xwe terik bikin û koçber bibin.

 

Li gorî agahiyên ji  herêmî hatine girtin; çeteyên DAIŞ’ê piştî Reqayê gef li kurdên bajarê Tebqa xwarin û ji wan xwestin ku dest ji malên xwe berdin û koçber bibin. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku kurên Tebga ku çeteyan 24 saet muhletan dan wan hemû mal û milkên xwe li şûna xwe hiştin û ber bi Kobanê û Efrînê ve koçber bûn.