RojavaNews : Amerîka ragihand, ti hêcetek tine ku Tirkiye li Sûriyê herêma tampon ava bike.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mark Toner duh piştî ku civîna Encumena Asayişa Millî ya Tirkiyê (MGK) xilas bû, li ser hewlên Tirkiyê ji bo avakirina herêmek tampon li nav Sûriyê de got, ti hêcetek tine ku Tirkiyê li Sûriyê herêmek tampon ava bike.
Mark Toner da zanîn ku Amerîka beriya niha tengavî û aloziyên ku dê di encama avakirina herêma tampon de çêbibin, ji Tirkiyê re ragihandiye.
Toner anî ziman ku ew ji bûyer û pêşhatên ku li deverê diqewimin, bi fikar in.
Encumena Asayişa Millî ya Tirkiyê duh bi serokatiya Serokomar Erdogan civiyabû. Di civînê de herî zêde li ser “tehdîd û gefên Sûriyê” li ser Tirkiyê hatibû axaftin û hatibû gotin ku eger tehdîd li ser Tirkiyê hebe dê “tedbîrên pêwîst” bên girtin.