Print this page

Li Dêra Zorê DAIŞ serê 2 jinan jê kir

Rojava News: Çekdarên rêxistina DAIŞê 2 jin li Sûriyê îdam kirine, ew jî bi rêya jêkirina serê wan.

 

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê îro di daxuyaniyekê de ragihand: “Li bajarê Dêra Zorê çekdarên DAIŞê 2 jin îdam kirin, ku serê wan ji kir û ev cara yekê ye ku jinan bi vî awayî îdam dikin.”

 

Rêveberê rêxistinê, Ramî Ebdulrehman ragihand: “Herdu jin ligel hevjînên xwe bi heman şêwaz hatin îdamkirin. Jinek û hevjînê xwe ji wan, bi tohmeta karê sihrê duhî li bajarê Dêra Zorê serê wan jê kirin, ew jî bi rêya lêdana şûr.”

 

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê wiha got: “Çekdarên DAIŞê ew jin û mêrê din jî li gundê Hetle yê rojhilatê parêzgeha Dêrazorê, serê wan jê kir, ew jî bi tohmeta karê sihrê.”