RojavaNews : Duh , 2 teqîn li pêş dibistanekê li taxa Ekreme Elmewalî li bajarê Himsê rûda û di encama 20 kes hatin kuştin ku di nava wan de zarok jî hebûn , û 40 kes din birîndar bûn.
Teqîna Yekem li dibistana Ekreme Elmexzûmî çêbû di dema derbasbûna tirimbêlekê bombekirî ku berê xwe da bû deriyê dibistanê yê Başûr, piştî kombûna xelkê ji bo dilê xwe li ser zarokên xwe bixin cih de teqîna Duyem çêbû, vê yekê hişt hejmara kuştî û birîndaan zêde bibe.