Print this page

Berpirsekî pilebilind ê DAIŞê hat kuştin

RojavaNews : Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, Berpirsekî Pilebilind ê DAIŞê di êrişa balafirên hevpeymanan li Sûriyê de hat kuştin.

Pentagonê di daxuyaniyekê de ragihand Berpirsê Birina Çekdarên Biyanî bo nav refên Rêxistina Dewleta Îslamî ya naskirî bi DAIŞê , Tariq Bin Eltehar Elharizî hat kuştin.

Pentagonê di daxuyaniya xwe de ragihand, ku Tariq Elharizî di encama bombebarana balafirên şer ên hevpeymanan li Sûriyê de hat kuştin.