Print this page

DAIŞ Kurdên Reqayê derdixe

Rojava News: Çekdarên DAIŞê piştî şikestên xwe yên li hember şervanên kurd, biryar dane ku Kurdan li bajarê Reqayê derxînin.

 

Di dema desthilatdariya xwe de, rêxistina DAIŞê kurdên li bajar û gundewarên devera Girê Spî (Til Ebyed) bi darê zorê koçber kiribûn, piştî kontrolkirina wê devera Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Volkana Ferat û YPGê ve, vê carê DAIŞê dev avêtiye kurdên bajarê Reqayê jî û fermana koçberkirina wan bi zorê derxistiye.

 

Kurdên Reqayê dibêjin: “DAIŞê biryara derxistina Kurdan derxist û li kolanan û li mizgeftan belav kir û 72 saet muhlet da kurdên Reqayê ku ji bajêr derkevin.”

 

Piştî wê biryara DAIŞê, ew malbatên kurd ên ku hêj li bajarê Reqayê mabûn, ji tirsa jiyana xwe neçar bûn ku ji baêr derkevin û dest ji mulk û mal û xaniyên xwe berdin û piraniya wan jî berê xwe didin kantona Kobanî ku di bin kontrola şervanên kurd de ye.