RojavaNews : Li gundewarê Şamê, hêzên Opizisyonê , duh êvarî li hember hewildanên Hêzên Rêjîmê û Milîsiyê Hizibullah ku derbasî bajarê Zebedanî bibin rawstiyan û hêjmarek ji endamên Hizibullah hatin kuştin.
Ji aliyekî din ve, çar leşkerên Rêjîmê hatin kuştin di şer û pevçûnên bi hêzên opizisyonê re li derdorî bajarê Dareya li gundewarê Şamê.
Her wiha balafirên rejîmê, bi bermîlên teqîner hêla rojhilatê Medemiyet El-Şam bombebaran kir.
Li nava Şamê şer û pevçûn di navbera hêzên Opizisyonê û milîsiya Ehmed Cibrîl ya bi ser Rêjîmê ve li Muxeyem Yermûk Başûrî Şamê derket, û di encam de 7 kes ji milîsiya Filestînî hatin kuştin.
Ji aliyekî din ve hêzên rêjîmê bi topên giran, taxa Cober li hêla rojhilat topbaran Kirin.