Print this page

Balafiran li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li DAIŞê dan

Rojava News: Artêşa Amerîkayê ragihand, balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman, 31 caran li Sûriye-Rojavayê Kurdistanê û Iraq-Başûrê Kurdistanê, li çeper û navendên DAIŞê dane.

 

Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, di heyama şev û rojekê de 16 cih û çeperên DAIŞê li Iraqê û 15 cih û navendên DAIŞê jî li Sûriyê dane ber bombeyan.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, cihên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine bombebarankirin, ev in: Bajarê Hesekê, Kobanî, Girê Spî, Heleb, Reqa, Eyn Îsa, Cerablus.

 

Her wiha ew cihên ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê hatine lêdan jî ev in: Mexmûr, Şingal, Til Efer, Hedîse, Hebaniye, Fellûce, Bêcî û Mûsil.