Print this page

Rojane 1000 penaberên Sûriyê dighên Yonanê

RojavaNews :Berdevkê komîta bilind ya penaberan Wilyam Speendlar ragihand ku rojane bêhtir ji 1000 kesî dighên cêzîreyên welatê Yonanê bêhtirê wan ji welatê Sûriyê ne û ve yekê barê Yonanê giran kiriye.

Navborî roja Îna borî 10 Temûzê ragihand ky Yonan pêwîstî bi alîkariyên lezgîn heye herwiha her yek ji Sirbiya û Meqdonya jî pêwîstiya wan bi alîkariyan heye ji ber ew rêya penaberane bo Bakûrê Ewropa.

Rêxstina Koçberiya Cîhanî duh 11 Temûzê ragihand ku bêhtir ji 150 hezar penaber di rêka derya Sipî re gihane Ewropa ji destpêka vê sale de, herwiha ragihand ku derdora 1900 kesî canêxwe di vê sale de ji dest dan û daxwaza hemahingiyê di navbera welatên Ewropa de kir.

Bêhtir ji 77 hezar kes ji destpêka vê sale de gihane Yonanê beramberî 34.442 kes bo tamamî sala 2014 û 75 hezar kes gihane Îtalya.

Ji aliyekî din ve her yek ji Parîs û Berlîn ragihandin ku ew dê bêhtirên wan penaberan li xwe bigrin da ku li erkê ser Yonan û Îtalya sivik bikin.