Print this page

Keleha Helebê ji ber şerê rêjîm û opozîsyonê hêdî hêdî wêran dibe

Rojava News: Hat ragihandin ku rêjîma Sûriyê li bajarê Helebê ji ber teqandina tunelekê ziyaneke mezin gihande keleha bajêr ya dîrokî.

 

Li gor nuçeyeke daketiye ser malperan; di destpêka aloziya Sûriyê de, ji bilî ziyanên mirovî û wêranbûna bajaran, ji ber şerê rêjîm û opozîsyonê, samana dîrokî ya hezar salan jî ji va şerî nefilitî.

 

Weke tê zanîn, dîroka herêma rojhilatê deryaya Spî, tevî ya Mezopotamiya, weke dergûşa mirovahî û destpêka şaristaniyê ye. Li Sûriyê û Êraqê  bajar û şûnwarên dîrokî hatin talankirin û peyker û hunerên bi nirx jî hatin dizîn. Lê gava ku mirov hejmara qurbaniyên şer dizane, tê wê baweriya ku ne girîng e şûnwarên dîrokî jî werin kuştin.