Print this page

Brîtanya li Sûriyê êrişî ser DAIŞê dike

Rojava News:  Piştî ku Parlamentoya Brîtanyayê erkên welatê xwe di şerê li dijî DAIŞê de berfirehtir kir, Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê ragihand ku balafirên wan çendîn êrîş li dijî DAIŞê li Sûriyê pêk anîne.

 

Li gorî berpirsên Hikumeta Brîtanyayê, hewlên wî welatî ji bo kêmkirina hêza DAIŞê berdewam in.

 

Wezîrê Dadê yê Brîtanyayê jî piştgiriya biryara Wezareta Berevaniyê dike.

 

Brîtanya dixwaze erkên xwe yên di şerê li dijî DAIŞê de berferehtir bike û di vî warî de danûstandinan dike.

 

Balafirên şer ên Brîtanyayê li ji destpêka êrişên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê, wan jî di operasyonên asmanî de li DAIŞê didin.