Print this page

Li Helebê pirsgirêka avê mezin bu!

Rojava News: Li Helebê ev 15 roj in av bi ser taxên di kontrola dijbereyê de naçe.

 

Li Heleba ku ev demeke dirêj e di bin êrîşên asîmanî yên rejîmê de ye, digel qutbûna ceyranê ev 15 roj in ku bi ser hin taxan de av naçe. Ev jî dibe sedem ku niştecihên bajêr bêtir mexdûr bibin.

 

Li Helebê ji ber êrîşên asîmanî yên rejîmê yên li dijî herêmên di kontrola dijbereyê de gelek şebekeyên avê xerab bûn. Rejîm digel ku ceyranê bi ser herêmên di kontrola muxalifan de bernade, herwisa ev 15 roj in li taxa Şear, Meşhed, Tarîk Bab û Ensarî yên Helebê pirsgirêka avê heye. Li taxên bi vî rengî xelk hewl dide ku ji ser kanî û bîran ava vexwarinê bîne.

 

"Gel ji bîr û kaniyan avê dikişîne mala xwe. Li ser hin kanî û bîran jî dorên pir dirêj çêdibin.