RojavaNews :Şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura ragihand ku di bîst û nehê vê mehê Encumena Ewlehya Navdewletî jibo kirêza sûriyê dicive
De Mistura di daxuyaniyekê de ji bo kenala 'erebye got: neha rewşa sûriyê û hemû herêmê di qûnaxek zehemet de derbas dibe û li gorî şanderê navdewletî bo sûriyê Staffan De Mistura ku sekreterê giştî yê neteweyên yekgirtî dê bang li Encumena Ewlehya Navdewletî bike di bîst û nehê vê mehê ji bo gotobêjkirina destipêşxerî û raspartyên derbarê qeyrana sûriyê de bicive jibo dîtina çareseryekî
De Mistura di berdewambûna axaftinên xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste piştî pênc salan ji kuştin û wêrankirinê nerîn û helwêstek hevbeş derbarê vê pirsê de bê dîtin û dawî bi vê qeyranê bê û tekezî li ser dîtina çareseryekî kir .