RojavaNews :Neteweyên Yekbûyî bang li rejîma Esed kir da ku bermîlên teqîner bes bikar bîne.
Nûnerê Taybet yê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan De Mîstûra bang li hêzên rejîma Esed kir û ji wan xwest ku bila bikaranîna bermîlên teqîner bidin sekinandin.
Ofîsa Cenevrê ya NY di daxuyaniya xwe ya nivîskî de cih da fikr û ramanên Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NYê Staffan de Mîstûra û bal kişand ser êrîşên ku hêzên rejîmê bi bermîlên teqîner dibin ser bajarê Zabedanî.
De Mîstûra got: "Pêwîst e ku hemû alî sivîlan biparêzin. rejima Sûriyê divê dev ji bikaranîna bermîlên teqîner berde û dawiyê lê bîne."