RojavaNews :Ji bo berdewambûna hevdîtinên Qahira û Parîsê, duh li Brûksilê paytexta welatê Beljîkayê hevpeymanya niştîmaniya Opozisiyona Sûriyê û desteya hevrêziyê angu " heyet eltensîq" li baregeha yekîtiya Europeyê civiyan.
Malpera fermî ya hevpemyanya niştîmanya Opozisiyona Sûriyê belav kiriye ku ew civîn ji bo lihevkirinekê liser nexşeriya qurtalkirina sûriyê û bingehên sereke jibo çareseriya siyasî ye.
Herweha malpera navborî diyarkiriye ku ev giftûgo ji bo gerentiya pêkanîna dîtinên gelê sûriyê di azadî û rûmetê de ye, herweha ji bo beşdarbûna hemû pêkhateyan di gûhertina niştîmanî dîmuqratî firehalî ji bo sûriyeke nû û bi dawîhatina rêjîma Esed ya diktator .