Print this page

Li Şamê gaza Kilorê hate bikaranîn

RojavaNews :Balafirên artêşa Esed duh, êrişî taxa Cober a li rojhilatê bajarê Şam a paytexta wî welatî kirin û di êrişê de ew tax bi çekên jehîr bombebaran kirin. Hat zanîn, di êrişa îro de, artêşa Sûriyeyê gaza Kilorê bi kar aniye.

Balafirên  şer ên artêşa Esed taxa Cober a li bajarê Şamê bi gaza Kilorê bombebaran kirin. Çalakvanên sûrî ragihandin, di encama wê êrişê de, bi dehan kesên sivîl ji ber gaza Kilurê fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. 

Her wiha nexweşxaneya gerok a li bajarokê Eyn Tirma li Xûta ya Rojhilat a Şamê da xuyakirin, balafirên Sûriyeyê taxên sivîl bi bombeyên gaza Kilorê bombebaran kirin û di encama wê bombebaranê de gelek zarok û jin rastî bêhntengaviyê bûn û vereşiyan û reşka çavên zarokan teng bûn. 

Li aliyekê din çalakvanên Dibereya Sûriyê ragihandin, balafirên artêşa Esed taxa Coberê bi moşekên curê FIL bombebaran kirin. Li gor gotina çalakvanên Dijbereya Sûriyeyê, artêşa Sûriyeyê di wan êrişan de hewl dide wan deveran vegerîne bin kontrola xwe ku di çend rojên borî de ji dest dabû.

Li gor agahiyan, di şerê taxa Coberê de li rojhilatê Şamê, Fermandarê Oprasyona Artêşa Esed, Rayid Hesen Qentar hat kuştin.