Print this page

Cebhet el Nusra 20 çekdarên dijbereya Sûriyê girt

Rojava News: Rêxistina radîkal a Cebhet el Nusra, ku wek baskê El Qaîdê yê Sûriyê tê nasîn, 20 çekdarên dijbereya Sûriyê yên ku li Tirkiyê ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn perwerdekirin, girt.

 

Li gorî ajansa Anadoluyê, destpêka meha Tîrmeha îsal 54 çekdarên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê û di çarçoveya programa perwerde-çekdarkirin a Tirkiye û Amerîkayê de hatibûn perwerdekirin û 20 kes ji wan li nêzîkî gundê Soranê (di destê DAIŞê de ye) yê girêdayî navçeya Ezazê ya Helebê hatibûn bicîhkirin.

 

Li gorî nûçeyê, çekdarên rêxistina El Nusra tevahiya wan çekdaran, ku piraniya wan tirkmenên Sûriyê ne, girtine û dest danîne ser çek û cebilxaneya wan.

 

Hat gotin ku ji bo berdana wan çekdaran, rayedarên Artêşa Azad a Sûriyê bi rayedarên El Nusrayê re hevdîtin dikin.

 

Rêxistina El Nusra di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye ji ber wê jî ji meha Îlona par ve balafirên Amerîka li çeperên El Nusrayê didin û herî dawî jî duh li gundê Darqûşê yê bajarê Idlibê yê Sûriyê li çekdarên wê dabûn.

 

Li gorî Tirkiyê, El Nusra rêxistineke terorê nîne.