Print this page

Gundewarê Şamê di nav agirê rêjcîmê de ye

RojavaNews :Şer û pevçûnin dijwar, duh Çarşmê, di nav hêzên bi ser rêjcîma Esed ve û hêzên Opozisyonê, li bajarê Zebedanî li gundewarê Şamê yê Rojava de derket, û di encamê de du şervanên Opozisyonê hatin kuştin

Di heman demê de, hêzên bi ser rêjcîma Esed ve bi topa giran li Rêgirên derdorî didan , û Ji aliyekî din ve balafirên rêjcîmê bermîlên teqîner li ser bajêr avêtin.

Li hêleke din, Bbalafirên şer ên rêjcîmê êrîşî her du bajarokên Hemûriyê û Erbîn kirin li Xûta Rojhilat, her wiha bi roketên Zemîn- Zemîn li bajarokê Zibdîn û Bala xistin.