RojavaNews :Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Elî Memlûk bi firokeyeke rûsî gihişt Erebistana Siudiyeyê û bi Wezîrê Parastinê Mihemed Bin Selman û Serokê Îstixbarata wî welatî Salih Himêdan re civiya.
Li gorî rojnameya Exbar ya Lubnanî, Cîgirê Serokê Îstixbarata Rûsyayê bi balafirekê gihîşt bajarê Şamê ya paytexê Sûriyeyê û yekser Serokê Îstixbarata Sûriyeyê Elî Memlûk li balafirê suwar bû û ber bi Erebistana Siudiyeyê birêketin.
Cîgirê Serokê Îstixbarata Rûsyayê ligel Serokê Îstixbarata Sûriyeyê piştî ku gihştin Riyazê, bi Wezîrê Parastina wî welatî Mihemmed Bin Selman û Serokê Îstixbarata Siudiyeyê Salih Himêdan re civiyan.
Li gorî rojnameyê, Serokê Îstixbarata Sûriyeyê Elî Memelûk di civînên xwe yên ligel rayedarên Riyazê re gazinde ji Siudiyeyê kirin û ji wan re got, ku ew li gor sisysta Qeterê meşiyane û gel û artêşa Sûriyeyê rastî metirsiyan kirine.
Li gorî nûçeya wê rojnameyê, Elî Memlûk Riyaz bi xirabkirin û tevlîhevkirina Sûriyeyê tohmetbar kir, lê daxwaz jî kir, ku pêwîst e careke din her sê welatên giring ên ereb, Sûriye, Siudiye û Misir lihev bikin û bi hev re bibun hevpeyman.
Li gorî agahiyên wê rojnameyê, Wezîrê Parstina Erbistana Siudiyeyê Mihemed Bin Selman di bersiva rexne û gazindên Elî Memlûk de got: Em ne li dijî rejîma Sûriyeyê ne,lê rejîma Sûriyeyê pişta xwe da me û welatên erebî û çû bi dûv siyaseta Îranê ket, di demekê de ku Îran li deverê dijminatiya ereban dike.
Bi gotina çavdêran ,ew hevdîtina di navbera her du aliyên sûrî û siudiyeyê piştî şerê navxweyî yên li Sûriyeyê gelek giring bû , herçiqas ku di hevdîtina wê carê ti encamek berçav nederket holê.