Print this page

Pentagon: Em li dijî rêjîma Beşar Esed şer nakin

RojavaNews :Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) eşkere kir ku wan dest bi bikaranîna navenda leşkerî ya Încîrlîkê ya Tirkiyê kirine û li dijî rêjîma Beşar Esed şer nakin .

 Berdevkê Pentagonê Jeff Davîs ragihand, ji bo cara yekemîn balafirên bêpîlot yên Amerîka ji navenda Încîrlîkê derbasî Sûriyê bûn lê êrişî ti cihekî nekirin.

 Navenda leşkerî ya Încîrlîkê li bajarê Edene yê Tirkiyê ye. Tirkiyê hefteya borî bi fermî rê dabû Amerîka ku wê navendê di şerê DAIŞê de bikar bîne. 

Davîs her wiha diyar kir ku ew li dijî rêjîma Beşar Esed şer nakin û got, ew çekdarên dijbereya Sûriyê yên ku ji aliyê Amerîka ve hatine perwerdekirin jî tenê ji bo şerê DAIŞê tên şandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner jî got, haya rêjîma Sûriyê ji perwerdekirina dijbereya Sûriyê heye û ji Şamê re hatiye gotin ku ew li dijî rêjîmê şer nakin.

Mark Toner wiha diyar kir, ji rêjîma Sûriyê re hatiye gotin ku êrişî wan çekdarên dijbereya Sûriyê yên ku ji aliyê Amerîkayê ve tên perwerdekirin, neke. her wiha li pêşiya balafirên amerîkî jî astengiyan dernexîne.

Çend roj berê, derdora 60 çekdarên dijbereya Sûriyê yên ku li Tirkiyê ji aliyê Amerîka ve hatibûn perwerdekirin, derbasî nav xaka Sûriyê bibûn lê rastî êrişa çekdarên El Nusrayê hatibûn.

Di wê bûyerê de derdora 20 kes ji wan hatibûn girtin, hinek jê jî hatibûn kuştin.