Rojava News: Rêxistina terorîstî DAİŞ li bajarê Keryateyn herî kêm 230 kes revandin.
Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye 230 kes li Karyateyn hatin revandin û di nav wan kesan de bi dehan hrîstiyan jî hene.
Piştî şerê çend roj dinavbera DAİŞ û hêzên dijbereyê Surî de bajara Karyateyn kete bin kontrola DAİŞÊ. Endamê rêxistina terorîstî DAİŞê bajarê stratejik yê di navbera çiyayên Kalamûnê û rêya Pelmîra de piştî ku kirin bin kontrola xwe 230 kes revandin.
Di nava yê revandî de mesîhî jî hene. Heşta nayê zanîn ber bi ku ve birine.