Print this page

DAIŞê li navçeya Qaryeteyna 60 welatiyên Mesîhî revandin

RojavaNews :Rêxistina tundrew DAIŞê li navçeya Qaryeteyna Suriyê bi dehan welatiyên Ereb û Mesihî revandin.

Berdevkê Rewangeha Suriyê ya Mafê Mirovan Ramî Ebdurehman bo ajansa Franspress ragehand ku DAIŞ’ê li navçeya Qaryeteyna Suriyê 170 welatiyên Ereb û 60 jî yê Mesîhî revand.

Ramî ragihand ku DAIŞê ev kes bi tohmeta ”pêwendiyên wan digel dezgehên emnî yên rejîma Esed de hebûye” revandiye.

Li gor şarezayan beriya destpêkirina şoreşa Suriyê hejmara şêniya navçeyaQaryeten 20 hezar bûye û ji wan 2 hezar kes jî xelkê Mesîhî bûne. Lê belê piştî destpêkirina pevçûnan tenê 300 Mesîhî li navçeyê mane.

Bajarokê Qaryeteyn cihek stratejîke û dikeve navbera bajarê Tedmûr û rîfa Qelemûnê li rojavayê Şamê.