Print this page

Heleb: Baregeheke opozîsyonê hate teqandin

RojavaNews :Di encama teqandina baregeheke opozîsyona Sûriyê li Helebê 11 kes hatin kuştin.

Duh, roja şemiyê xwekujekî di riya otombîleke bombekirî de li gundê Um El-Hoş li başûrê bajarokê Mari yê ser bi parêzgeha Helebê ve xwe di nava baregeheke opozîsyona Sûriyê de teqand, û di encam de 11 kes hatin kuştin.

Her wiha li heman gundî, hin çekdaran xwe li nêzîkî baregeheke din ya opozîsyonê teqandin.

Ev her du teqîn di demekê de hatin ku rêxistina DAIŞê êrîşî gundê Um El-Hoş û Kefra û bakurê Mari dike.