Print this page

Wezîrê Derve yê Îranê bo Planeke Nû ya Aştîyê Diçe Sûriyê

RojavaNews :Berdevka Wezareta Derve ye Îranê Merziye Efxem dibêje, çûna Zarif bo Sûriyê  îro , ji bo gotûbêjkirina “plana xwe ya nû” ya bo çareserkirina kirîza Sûriyê.

Efxem dibêje Zarif dema serdana xwe de, wê plana nû ya Îranê bîne rojevê ku hewil dide çareserîya kirîza Sûrî bike.

Zarif duh Sêşemê dest bi gera xwe ya Rojhilata Navîn kir û ji Lubnanê destpê kirbû. Biryar bû ew here Tirkîyê jî, lê serdana wî bê dîyarkirina sedemeke fermî hate betal kirin.

Ev cara yekê ye piştî rêkeftina navokî ya Tehranê ligel hêzên cîhanê ku Zarif serdana Sûriyê dike. Îran hevalbendeke xurt ya rejîma Beşar Esad e û alîkarîya diravî û leşkerî dide Sûriyê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Huseyin Amir Abdullahian hefteya borî gotibû ku Tehran wê planeke nû ya aştî li Sûrîyê pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî bike.