Print this page

Amerîka dest bi bikaranîna Încîrlîkê kir

Rojava News: Balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman bo cara yekemîn ji bingeha leşkerî ya Încîrlîkê ya Tirkiyê rabûn û li çekdarên DAIŞê yên li Sûriyê dan.

Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, şeva borî balafirên şer ên F-16 ji bingeha leşkerî ya Încîrlîkê rabûn û li çeper û baregehên DAIŞê yên li Sûriyê dan.

CENTCOMê zêde agahî neda lê berdeva Pentagonê Elîssa Smîth ragihand, balafirên şer ên bi pîlot şeva borî ji Încîrlîkê rabûn û li çekedarên DAIŞê yên li Sûriyê dan.

Elîssa Smîth her wiha got, bikaranîna Încîrlîkê di şerê li dijî DAIŞê de, di çarçoveya wê rêkeftinê de ye ku meha borî di navbera Amerîka û Tirkiyê de hatibû îmzekirin.

Li gorî wê rayedara amerîkî, bikaranîna Încîrlîkê di şerê li dijî DAIŞê de nîşana kûrbûna hevkariyên Tirkiye û Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de ye.

Amerîkayê roja 9ê vê mehê, 6 balafirên şer û derdora 300 pispor û personelên xwe yên leşkerî şandibû Încîrlîkê.

Çend roj berê jî balafirên bêpîlot ên Amerîka ji Încîrlîkê rabibûn lê li DAIŞê nedabûn.

 

Bingeha leşkerî ya Încîrlîkê dikeve başûrê bajarê Edene yê Tirkiyê.