Rojava News: Rêxistna Bijîşkên Sînornenas ragihand hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê bizanebûn nexweşxaneyên gerok û embarên dermanan kirîne armanc û ev yek jî bûye sedema ku rêxistna wan nikare wek pêwîst xizmetgûzariyê pêşkeşî welatyên sivîl bke.
Rêxistaina Bijîşkên Sînornenas di daxuyaniyeke de hikumeta Sûriyeyê bi bizanebûn nexweşxaneyên gerok û embarên dermanan bomberaban dike, tawanbar kir.
Bijîşkên Sînornenas diyar kirin ku Hikûmeta Şamê armancek taybet ji bordimana wan nexweşxaneyan û embarên dermanî heye û ev jî tê wateya binpêkirina yasaya navdewletî.
Rêxistinê werhiha amaje kir ku di encama êrişên destipêka heftya borî de 3 karmendên wan û nexweşek jî bûne qurbanî.