Rojava News :Çekdarên Rexistina terorîstî yê DAİŞê duh, êrîşeke xwekûjî li pêş navenda dijbereya Suriye ya li bajarê Marea pêk anin, gelek kuştî û birîndar hene.
Li bajarê Marea bi ser Helebê êrîşek xwekujî ji aliyê rexistina terorîstî DAİŞê ve lipêş deriyê navenda dijbereya Sûriye hate pêk anîn, hêjmarek çekdarên opozisyona hatin kuştin, rojnamewanê bi nave Wesîm El-Hafiz jî di hemen êrîşê de jiyana xwe ji dest da.
Hêzên dijbereya Surî ji aliyê xwe de, otomobîleke bombekirî ya rêxistina tunderaw beriya ku bighê cihê wan teqandin, , û di encamê de3ê terorîstên DAİŞê hatin kuştin
Di encama wan bûyeran de, bi dehan malbat ji bajarê Marêa koçber bûn.