Print this page

Pasdarekî pilebilind yê Îranê li Sûriyê hat kuştin

Rojava News: Fermandeyekî pilebilind a hêza pasdaran a Îranê li Sûriyê hat kuştin.

Li gorî medyaya Îranê, pasdarê bi navê Ebdulkerîm Xevabiş, li Sûriyê û di encama teqîna bombeyekê de hat kuştin.

Li gorî agahiyan, ew pasdarê Îranê roja 12ê Tîrmeha îsal hatiye kuştin û cenazeyê wî jî derbasî Îranê hatiye kirin.

Malpera îranî ya bi navê “defaperess”, ku nêzîkî pasdarên Îranê ye, wêneyên kuştina wî pasdarî belav kiriye.

Di wêneyan tê dîtin ku bombe bi otomobîla wî pasarî de teqiyaye û di encamê de ew pasdar hatiye kuştin.

Hatiye gotin ku pasdarê han herî dawî li nêzîkî bajarê Husmê yê Sûriyê, fermandehiya hêzên rêjîma Sûriyê di şerê DAIŞê de kiribû.

Gellek hêz û pasdarên îranî ji bo piştevaniya rêjîma Beşar Esed, çûne Sûriyê.