Print this page

HRW: Divê çek li ser Sûriyê bê qedexekirin

Rojava News:  Saziya Çavderiya Mafên Mirovan (HRW) ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku qedexekirina çek û teqemeniyan li ser Hikûmeta Sûriyê bisepînin.

 

Saziya Çavderiya Mafên Mirovan di daxuyaniyeke nivîskî de, êrişa balefirên Artêşa Sûriyê ya li ser devera Dûma şermezar kir û da zanîn ku êrişa vê dawiyê diyar kiriye ku divê encûmena ewlekariya navdewletî biryarên xwe yên peywendîdar bi ragirtina êrişên li ser welatiyan li Sûriyê bicih bîne.

 

Balafirên şer yên ser bi Artêşa Sûriyê ve roja Yekşema borî êriş birin ser bazareke millî li devera Dûma li nêzîkî Dîmeşqê û di encamê de nêzîkî 100 welatiyên Sûriyê canê xwe ji dest dan.