Print this page

Dijbereya Sûriyê çend cihên stratejîk li Hemayê kontrol kir

Rojava News: Koma çekdarî ya Ceyş Elfetih a girêdayî dijbereya Sûriyê karî çend gundên stratejîk li parêzgeha Hemayê kontrol bike. Herwiha çekdaên wê koma dijbereyê 2 efserên pile bilindên Artêşa Esed li devera Xabê dîl girtin.

 

Hat ragihandin, di navbera Artêşa Esed û çekdarên koma Ceyş Elfetih a girêdayî dijbereyê de şer û pevçûnên giran derketin.

 

Li gor agahiyan şerê navbera her du aliyan 2 rojan li dervara Xabê li parêzgeha Hemayê, çekdarên Ceyş Elfetih karîn çend gundên stratejîk li wê everê kontrol bikin û bi dehan leşkerên Artêşa Esed jî bikujin.

 

Di encama wan şerên giran ên navbera Artêşa Esed û Ceyş Elfetih de, 2 efserên pilebilind ên ser bi Hikûmeta Esed ve ji aliyê ceyş Elfetih ve hatin girtin, ku yek ji wan bi navê Mehin Sarim slim di dema revê de ji şer hatibû girtin.

 

Ji aliyekî din ve, Ceyş Elfetih efserekî din ê bi navê Yûsif jî piştî şer bi birîndarî dîl girt, ew jî dema ku dixwast bireve, lê ji ber giraniya birîna xwe nekarîbû bi hevalên xwe re xwe rizgar bike û wek dîl ketibû destê Ceyş Elfetih.