Rojava News: Biryar e sibe, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mixail Bogdanov pêşwaziya şandeke dijbereya navxwe ya Sûriyeyê bike.
Berdevka Wezareta derve ya Rûsya Maria Zaxarova ragihand, ew şand nûnertiya Foruma Diyaloga Niştimanî dike û serdana wê dê heta 30ê vê mehê berdewam bike.
Li gorî agahiyan Wezareta Derve ya Rûsya dayîn, şanda dijbereya navxwe ya Sûriyeyê ji bo ku kirîza Sûriyê û çareseriya siyasî gotûbêj bike, dê ligel çend sazî û berpirsên Rûsyayê bicive.
Di nava şandê de endamên Parlemantoya Sûriyeyê û wezîr jî hene û ji ber vê yekê jî dijbereya derve ya Sûriyeyê dibêje ku ew şand nûnertiya dijbereyê nake.
Endamê şandê ku di heman demê de endamê parlamentoya Sûriyê ye jî, ji medya Rûsyayê re ragihand ku di nava komîteya şopandina Diyaloga Niştimanî de beesî, rikber û parlamanter jî hene.