Rojava News: Konseya Bilind a Kar û Barê Koçberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di mehên dawî de rojane 3 hezar welatiyên Sûriyê ji ber şer ber bi welatiyên cîran ve koçber dibin.
Berdevka Konseya Bilind a Hilbijartinan Melissa Fleming li Cinêv ji rojnameyekê re got ku ew dawiya koçberiya gelê Sûriyê nabînin û ev tişt anî ziman: “Şer û pevçûnên li Sûriyê û Îraqî dewam dike, rewşa koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê, Urdun û Lubnanê dijwar bûye. Herikîna koçberên Sûriyê bi dawî nabe.”
Melissa Fleming, da zanîn ku pêwîste welatên Ewropa ku hejmara wan koçberan bi awayekî wekhevî belav bikin û got: “Em di wê baweriyê de ne ku Ewropa heger rast tevbigere dikare vê yekê pêk bîne.”
Melissa Fleming, da zanîn ku derdora sê hezar welatiyên ji ber şer koçber dibin.