Rojava News: Li bajarê Himis doh bi êrişêke bombeyî ya otomobîlê 4 kes mirin 19 kes jî birîndarbun.
Li ser Bajarê Himisê ku dibin kontrola rejima Esad de ye ji aliyên rêxistinên tundrew êrîşek bombeyî hate kirin û 4 kes li hemen şûnê mirin 19 kes jî bi giranî birîndarbûn.
Li gor nuçeya SANA ya nêzîk ji rejima Suriye; Êrişek bi bombeyî bi otomobîla marka KİA li Himisê gereka Zehra li ser caddeya Sittin ku nêzîke ji bulwara Muvasalate hatiye kirin. Bi teqîna otomobîlê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 19 kes jî bi giranî birîndarbûne.
Hatiye zanîn ji ber teqînê li mal û avasaziyên derdorê gelek zîyan derketine hole.
Sinem Bakir